DÊRSIM - Mescîda li Çimê Baba Munzûrê hat protestokirin

.

Li navçeya Pulurê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, lêkirina mizgeftê (mescîd) ya li Çimê Baba Munzûrê ku ji bo baweriya Elewiyan pîroz e hat protestokirin.

Li Çimê Baba Munzûrê ku cihekî geştyarî ye û ew herêm ji aliyê Elewiyan ve wekî cihekî pîroz tê qebûlkirin, mescîd hat avakirin.

Hejmarek xelkê Dêrsimê bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal, Komeleya Elewiyên Demokratîk û Federasyona Komeleyên Dêrsimê li pêş mescîdê kom bûn û lêkirina mescîdê protesto kirin.

Komeleyan pankarta ku li ser “Munzûr Ziyaretgeha me ya Pîroz e” û “Munzur bê xwedî nîne” bilind kirin.

Civaka Elewî dibêje, li pişt lêkirina mescîdê armancên veşartî hene û bêyî ku bi civaka Elewiyan bişêwirin, ev mescîd hatiye lêkirin.

"Munzûr ji bo me ne tenê aveke ku diherike"

Hevseroka Komeleya Elewiyên Demokratîk Kadriye Doganê nerazîbûnîn xwe wiha anîn zimên:

"Munzûr ji bo me ne tenê aveke ku diherike, ew sireke kevnar e ku heq û can tê de digihîjin hev.

Çavkaniyên wê bi gulbanga gelek derwêşan, bi nefesa gelek pîran, bi niyaza gelek dayikan hatiye strandin û ji bo gelê me pîroztirîn cih e.

Her dilopeke wê loqme ye, her herikîna wê semah e, her kevirê wê niyaz e. Lê yên ku çavê dilê wan kor e, vê heqîqetê nizanin.

Ev karê ku bêyî rizaya me, bêyî rêzgirtina li baweriya me tê kirin, perdeyeke nû ya aqilê ku baweriya Elewîtiyê tine dihesibîne û dixwaze me di nav nêrîna tekparêz a îdeolojiya fermî de mehkûm bike."

Kurdistan Haberleri

Rêveberiya Xweser bang kir: Van hilbijartinan nas mekin
Welî: Heseke, Reqa û Siweyda ne di bin serweriya dewletê de ne
Hilbijartin û çarenivîsa Hisîça, Reqa û Siwêdayê
Kasim Ergun: Komîsyona Aştiyê ne bo çareserkirina pirsa Kurd hatiye çêkirin
Ezîz Ozdemîr: Xwedîderketina li axa Êzdiyan erkê me yê mirovî ye