DÊREZOR - 250 şervanên HSDyê perwerdeya xwe temam kir

.

Li rojhilatê Dêrezorê 250 fermandar û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî bidawîbûna perwerdeya xwe ya li Akademiya Leşkerî ya Dilgeş Efrînê bi merasîmeke biheybet der çûn.

Fermandar û şervanên ku perwerdeya xwe temam kir, di merasîmê de torana leşkerî pêşkêş kir.

"Erkê me parastina welat e"

Endamê Fermandariya HSDyê Luqman Xelîl di merasîmê de axivî û got:

"Erkê me yê bingehîn parastina welat, yekîtiya axa welat û pêkvejiyanê ye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo rûbirûbûna her gef, êriş û metirsiya li gel û navçeyên xwe amade ne.”

Beşdariya YPJyê

Di merasîmê de fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê û malbatên şervanan amade bûn.

Her wiha Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) jî bi awayekî çalak beşdarî perwerde û merasîmê bû.

Şervaneke YPJyê got, "Em niha ji bo her êrişa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade ne."

Şervanekî HSDyê jî anî zimên, "Me rahênanên pêwîst wergirtin da ku ji bo parastina civaka xwe erkê xwe bi cih bînin."

Fermandarên HSDyê didin zanîn, zêdebûna dewreyên perwerdeyê yên vê dawiyê nîşaneya wê yekê ye ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi piştevaniya hemû pêkhateyên herêmê li ser xurtkirina rola xwe ya rêxistinî û leşkerî rijd e da ku destkeftiyan biparêze û aramiyê dabîn bike.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin