Derbarê zarokên bêkes ên ji erdhejê rizgar bûne daxuyaniyeke nû

.

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê ragihand ku 1838 zarokên bêkes hatine qeydkirin, 1286 zarok jî piştî kontrola nasnameyan û tesdîqkirina nasnameyan radestî malbatên wan hatine kirin.

Derbarê zarokên bêkes ên piştî erdheja 6ê Sibatê de, ji aliyê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê ve daxuyaniyeke nû hat dayîn.

Di daxuyaniyê de ku li ser hesabê Twîtterê yê wezaretê jî hatiye belavkirin, hatiye gotin: “1838 zarokên me yên bêkes ên ku ji bin xirbeyan hatin derxistin hatin qeydkirin. Piştî kontrola nasnameyan û tesdîqkirina serlêderan 1286 zarok radestî malbatên wan hatin kirin, 85 zarokên me jî piştî tedawiyê ji aliyê Wezareta me ve ketin bin çavdêriyê. Li aliyê din pêvajoya dermankirina 467 zarokên me li nexweşxaneyan tê şopandin. 1625 zarokên me nasnameya wan diyar bûye û 213 zarokên ku heta niha nasnameya wan nehat zanîn hene.”

Roja 6ê Sibatê, du erdhejên mezin bi pileyên 7.7 û 7.6 ku navendên wê her du navçeyên Bazacix û Elbistan ên parêzgeha Mereşê li Bakurê Kurdistanê bûn, 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin.

Di encama wan erdhejan de li gor amarên fermî zêdetirî 41 hezar kesan heta niha jiyana xwe ji dest dane û bi deh hezaran kes jî birîndar bûne, herwiha bi hezaran avahî hilweşiyane û hikûmetê ragihandiye, divê zêdeyî 100 hezar avahiyên din li herêmên erdhejê bên hilweşandin.

Di erdhejên 6ê Sibatê de, gelek zarok û pitik sêwî mane û Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê ew zarok li cem xwe qeyd kirine.

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan