Demîrtaş peyameke serxweşiyê arasteyî HUDA PARê kir

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, peyameke serxweşiyê arasteyî HUDA PARê kir.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş, bi boneya wefata Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Mehmet Yavuz, peyameke serxweşiyê arasteyî wê partiyê kir.

 

Parêzer Sitki Zîlan, peyama serxweşiyê ya Demîrtaş li ser hesabê xwe yê twitterê belav kir.

 

Selahattîn Demîrtaş ku zîndanê de ye, di peyama xwe de dibêje, Xwedê Mehmet Yavuz bi rehma xwe şa bike û hêviya sebrê ji malbata Yavuz re dixwaze.

 

Demîrtaş herwiha dibêje bi hêviya ku gelê me bi rihê yekrêzî û biratiyê, di şahî û şînan yekgirtî be, silavên xwe pêşkêş dike.

 

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PAR Mehmet Yavuz ku bavê 4 zarokan bû, 9ê Tebaxê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin canê xwe ji dest dabû.

 

Mehmet Yavuz, beriya 6 mehan ji ber nexweşiya penceşêrê bo nexweşxaneyê hatibû rakirin û dihat tedawîkirin.

 

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş roja 4ê Mijdara 2016an, li gel Hevseroka HDPê ya wê demê Fîgen Yuksekdag û 9 parlamenterên wê partiyê, hatibû desteserkirin û piştre biryara girtina wî bi hinceta ‘avakirin û endamtiya rêxistinê’ hatibû dayîn û ji wê demê ve li bajarê Edîrne yê Tirkiyê di zîndanê de ye. 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da