Dedaş, Bi Awayekî 'Qaçax' Kuçe Û Kolanan Dikole

Li Silopiyayê, DEDAŞ bi îdiaya 'rê li ber ceryana qaçax digire' kuçe û kolanan dikole û ji ber vê hema bêje rê veguherîne kunên xiltan.

Li Silopiyayê, DEDAŞ bi îdiaya "rê li ber ceryana qaçax digire' kuçe û kolanan dikole û ji ber vê hema bêje rê veguherîne kunên xiltan. Şaredariyê, diyar kir ku ji ber vê kolandinê 3 milyon TL zirar çêbûye û serî li darazê da. 

 

Li Silopiyaya Şirnexê, Şîrketa Ceryanê Dîcle (DEDAŞ), di dema qeyûmê tayînî şaredariyê hat kirin de bi îdiaya "rê li ber cerayana qaçax digire" ji bo qabloyên ceryanê têxe bin erdê li gelek kuçe û kolanan dest bi kolandinê kiribû. Ji ber vê hema bêje kuçe û kolan veguherîn kunên xiltan. Lê belê piştî di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP bi ser ket, kolandin hatibû sekinandin. 

 

Rayedarên DEDAŞ'ê, îdia kirin ku di dema qeyûm de 3 protokol îmze kirine û çend roj berê li Taxa Dîcleyê dîsa dest bi kolandinê kirin. Lê belê şaredariyê ferq kir ku di protokala 3'yemîn de tu îmze tune ye û li ser vê careke din xebatên kolandinê yên DEDAŞ'ê da sekinandin. Li ser vê DEDAŞ, tevî polîsan dîsa dest bi kolandinê kir. Rayedarên şaredariyê jî ji bo ev yek bê rawestandin serî li darazê da. 

 

Rayedarên şaredariyê, ragihandin ku DEDAŞ'ê rêyên ku berê kolandine û peyarêyên xeirab kirine gelek jê çênekirine, tenê bi axê nixumandine. Rayedaran, destnîşan kir ku ji ber vê yekê 3 milynon TL zirar çêbûye û gotin, ji ber kolandinê gel pir zêde mexdûr dibe. 

 

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da