Daxuyaniya hejmarek ji rêkxirav û kesayetiyên Rojhilatê Kurdistan li salvegera tervgera Jîna yê

.

Hejmarek ji çalakvanên medenî, çandî, jîngehparêz, xwendekar û xwendevan, mamostayên olî û kesayetî û rêkxistinên civaka medenî li Rojhilatê Kurdistanê bi hilkefta salvegera tevgera Jîna yê, daxuyaniyek belav kirin û ragihandin ku ev trevgera tenê xebat bo mafê jinan nîne, belkî bo afirandina paşerojek azad û mirovî bo hemû netewên jêr desthilata rêjîma Îranê ye.

Li destpêka vê daxuyaniyê de hatiye ku li sêyemîn salvegera şehîdbûna Jîna Emînî de, careke din birînên kevin li dilê me de serî vedikin.

Li beşeke din a vê daxuaniyê de hatiye: tepeserkirin û tundûtijiya rêjîmê neyînku nikare tevgerê bisekinîne, belku binyatên rizî yên vê desthilata reş, lerzoktir dike.

Li dawiya vê daxuyaniyê de tevî rêzgirtin ji navê Jîna û hemû şehîdên doza azadiyê, hatiye: Li sêyemîn salvegera tevgera Jînayê de em careke din peymanê nû dikin ku hertim yad û navê Jîna yê bi zindî rabigrin û domderê doza hemû şehîdên vê doza pîroz ku azadbûn ji bindestî û azadbûn ji destê kevneperestirîn û bikujtirîn rêjîma cîhanê ye, bin. azadî hewcehî bi xebatê heye û rêya azadiyê jî tejî asteng e, lê dozek tejî hivî ye, azadî ji her demekê nêzîktir bûye.

Kurdistan Haberleri

Keleha Zerzevanê dikeve Lîsteya Mîrata Cîhanî
Mesrûr Barzanî: Em ji bo pêşxistina hevkarî û hevahengiya bi parêzgehên Iraqê re amade ne
Barhilgirên Tirkiyeyê di ser Sûriyeyê re derbasî Îraqê bûn: Herêma Kurdistanê tê bypasskirin
Fîlma 'Eger Jinek Te Bikuje, Tu Bihûştê Nabînî' dê li 16 welatan bê nîşandan
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê îdiaya Supaya Pasdaran red kir