Daxuyaniya hejmarek ji malbatên şehîdan ên serhildana Jîna-Jin Jiyan Azadî

.

Li ser navê hejmarek ji malbatên serhildana Jînayê, em serasxiyê dibêjin malbatên Şehîdên Befranbara 2725 a Kurdî li bajar û bajarokên Kirmaşan, Îlam û Luristan û hemû şehîdên doza azadiyê.

Kurdistanê ceribandinên wiha gelek bi xwe ve dîtine, lê me ti çareyek bilî bihêzbûn û berdewamkirina xebat bo dabînkirina jiyaneke serbilindane, azadane û dadperwerane nîne. Armance bi vê qasê girîng, bi tenê bi rêzgirtin li armanca Şehîdan û yekîtî û yekgirtinê bi dest ve tê.

Bi rêya vê daxuyaniyê, em dixwazin pêdegirî li ser vê rastiyê bikin ku jiyana  azad û dadperwerane li Kurdistanek rizgarkirî de bi yekgirtin, piştahevgirtin, tekoşîna bi kom û siyaseta rohn û zelal a hemû têkoşerên doza azadiyê bi dest ve tê. Gihîştin bi azadiyê, girêdayê bi xwedûrragirtin ji her cure qurixkarî û bikaranîna şaş ji nav û xwîna Şehîdan li pêxema her cure hizir û bawereke ideolojîkî û siyasî ye.

Şehîdên me, ji Mako heta Lurdistanê, li hemû qonaxan de Şehîdên xebat û tekoşîn li pêxema rizgarî û azadiya Kurdistanê de ne.

Li rewşa aloz û tejî tirs ên wan rojan de wek beşek biçûk ji civaka Kurdistanê, bi dilek şewitî daxwaz ji çalakvanên medenî, siyasî, xebatkarên hişar û Hizbên siyasî û ….hd dikin ku gelek lezgîn û bi hemû hêz û şiyana xwe, berî vê ku derfet ji dest herin, yekêtîyeke giştgîr û rastîn ava bikin.

Bê ragihandina yekîtiyek bihêz û manadar, renge bêhivîtî balê xwe bi ser netewa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê de bikêşe û tirsa baladestbûna curek din ji dagîrkarî, bibe sedema perakendebûn û jihevqetiyana zêdetir ji vê yekê ku niha heye.

Hêvî dikin ku tetewên sitemdîtiyên din jî bi yekdengî, azadiya xwe bi dest ve bînin.

Yekgirtin li pêxema azadiyê

Hejmarek ji malbatên Şehîdên Kurdistanê

Li serhildana “Jin Jiyan Azadî”yê

Kurdistan Haberleri

Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay: ZIMANÊ ME HEBÛNA ME, HEQÎQETA ME Û PAŞEROJA ME YE
Donald Trump qala Îran û Sûriyeyê kir
Îro Roja Zimanê Dayîkê ye
Nêçîrvan Barzanî: Parastina zimanê dayîkê parastina Kurdistanê ye
Yekîtiya Ewropayê bi terorîstnaskirina spaha pasdaran bi fermî ragihand