Daxuyaniya Hejmar 1 Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê: Rojên herî çarenûssaz li pêşiya me ne

.

Xelkê Xebatkar û mafxwaz ê Kurdistanê!

Ji roja şemî 9ê reşemê ve pêvajoya bûyerên li Îranê ber bi guherînên kûr û bingehîn ve diçin. Ev şerê ku niha qewimî ye, encama dehan salî siyaseta zêdexwaziya rêjîmê, destêverdan li karûbarên welatên deverê, piştevanîkirin li terorîzma dewletî, pêdegirî li ser bidestxistina bomba navikî û pêşxistina pîşeyî ya mûşekî, û gefa wê li ser ewlehiya cîhanî û guhnedan bi yasayên navnetewî ye; Siyasetek ku cara dawî hem Îran kire welatekî kawil bi aboriyeka îflaskirî û hem rêjîma xwe jî ber bi herifînê ve bir. Kuştina Xamineyî rêberê rêjîmê û dehan fermandeyên serbazî û karbidestên siyasî yên rêjîmê jî domînoya herifînê lezgîntir kiriye.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê radigehîne ku ev şer, şerê civaka Îranê û neteweyên vî welatî digel Amerîka û Îsraîlê û civaka cîhanî nîne, belku eva rêjîma dîktator û tepeserker a komara îslamî ye ku hemû xelkê welat bi barimte girtiye, û hemû maf û azadiyek jê zewt kiriye û her li heyva befranbara îsal bi hezaran kesî ji xelkê serhildayî û mafxwaz ê Îranê komkuj kir. Niha jî ku Îran û Rojhilatê Kurdistanê li ber qedersaztirîn rojên xwe de ye, rû li civaka Kurdistanê, em wan daxwaziyan dikin:

1- Xelkê Kurdistanê li gor pêvajoya bûyeran, hewce ye ku hişyar bin û bi hişarî rûberûyê pêşhatan bibin û reftara siyasî ya xwe digel daxwaz û pêspartiyên Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistanana Îranê rêk bixin û vê hevahengî û pêwendiyê zindî û berhemdar bikin.

2- Di rojên şikestxwarina rêjîmê û serhildana giştî ya xelkê de hewce ye hemû binke û demûdezgehên îdarî û xizmetguzariyê li pêxema berjewendî û hewcehiyên giştî de bêne parastin.

3- Em daxwazê ji hêzên çekdar ên rêjîmê li Kurdistanê dikin ku refa xwe ji paşmayiyên  Komara Îslamî cuda bikin. Em bi wan radigehînin ku wiha baş e ku vê derfetê bo piştkirin li dijmin û hilbijartina bereya neteweya xwe ji dest nedin.

4-Hewce ye ku hemû xelkê Kurdistanê bi hişmendî û têgihîştin ve rûberûyê guherînkariyan bibin û xwe ji gefxwarin û tolhildana takekesî ku xisarê digihîne ewlehî û parastina giştî ya civakê, xwe biparêzin.

5- Em daxwaz dikin ku li pêxema parastîbûna zêdetir her çiqas ku bikarin, ji binke û navendên serbazî yên rêjîmê dûr bikevin.

Em daxwaz dikin ku li rojên dijwar ên li pêşiya me de xelkê me bi taybet qata bazarî û dikandar û xwdiyên malan, ji her demekê zêdetir hay li hevdu bi taybet xelkê kirêçî, hejar û desteng bin û bi destgirtina hevdu, wan rojên dijwar derbas bikin.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê digel pêvajoya bûyeran dê siyaset û bernameyên xwe bi rêya daxuyaniyên xwe ên din dê belav bike.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê

11.12.1404

02.03.2026

Kurdistan Haberleri

Fransayê piştevaniya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir
KOYE - Êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên PDK-Îyê hat kirin
Komeke çekdar: Me bi dronan êrişî Hewlêrê kir
Hikûmeta Şamê berpirsekî nû ji bo Kobaniyê destnîşan kir
Mesrûr Barzani: Em ji bo parastina xelkê Kurdistanê hemî bizavan dikin