Daxuyaniya Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat li derheq biryara Ustarliya bo bi terorîstnaskirina spaha pasdaran

.

Li 27ê Çiriya Paşîn a 2025 de ji aliyê Wezîrê Navxwe û Dadstanê Giştî yê Ustraliyayê ve li daxuyaniyeke hevpar, spaha pasdaran a rêjîma îslamiya Îranê, wek piştevanê terorîzma hikûmî hate naskirin.

Ev biryara dewleta Ustraliyayê piştî vê yekê hate dan ku li sala 2024 de çendîn navend û damezraweyên wî welatî kevtine ber êrîşan û piştre belgeyan da xuya ku ev êrîş bi piştevaniya spaha pasdaran hatine kirin. Li rastî de spaha pasdaran ne tenê piştevanê terorîzmê ye, belku bixwe ji dema hatineserkar a rêjîma îslamiya Îranê ve heta niha, çi li navxweyê Îranê û çi li derveyî Îranê, sedan kiryarên rasterast û nerasterast ên terorîstî kirine û mirov dikare vê mezintirîn rêkxirava terorîstî ya cîhanê bîne hisêb.

Em vê biryara dewlet û dezgeha Dad a Ustraliyanê bilind dinirxînin û wek biryareke serast dizanin, li wî halî de jî em hivîdarin ku dewletên dêmokratîk ên Rojavayî, bi taybet Yekîtiya Ewropayê vê biryar û pêvajoyê ku heta niha çendîn welatên din ên wek Amerîka, Kanada, Biljîk û Ustraliya yê û çendîn welatên din girtine bera xwe, berdewam bikin.

Bi vê yekê dikarin bo terorîzma hikûmî ya spaha psdaran a rêjîma îslamiya Îranê ku rasterast bi fermana Elî Xamineyî yê rêberê rêjîmê kiryaran cî bi cî dike, sînoran dabinên û ewlehî û aramiya navnetewî, biparêzin.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Desteya Kargêrî

28 Çirriya paşîn a 2025

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan