Em wekî komelgeha civakî ya kurd HEVKARÎ, ku li Fransa jibo mafên mirovan, diyalog, azadî û rûmeta gelan dixebitin, hevkariya xwe li dijî rewşa giran a li Îran û Sûriyê diyar dikin.
Li Îranê, şoreşa mezin a gelan îro daxwaza mafên bingehîn û azadîyên zêdetir dike. Lê her wiha em bi giranî temaşe dikin ku tedbîrên zordarî zêde dibin, û bi taybetî gelê kurd têne hedefkirin. Agahiyên pir hene ku li herêmên kurdî yên Îranê girtin, îşkence û zêdegavî li mafên mirovan tê kirin.
Li Sûriyê jî, gelê kurd hê jî di nav rewşa ewlehiyê ya pir nazik de dijî. Li Helebê bi bûyrên dawî metirsiyên mezin li ser ewlehiya sivîlên kurd çêkirine, ku ji ber salên dirêj ên şer, koçberî û perîşanîyên pir mezin qewimîne.
Li dij vê rewşa kambax de, HEVKARÎ daxwaz dike ku hemû alîkarîyên pêwîst ji alî civata navneteweyî, desthilatdaran, rêxistinên parastina mafên mirovan û medyayên azad bêt kirin:
• Rewşa sivîlên kurd li Îran û Sûriyê bi baldarî bişopînin
• Bila rêz li qanûnên navneteweyî yên mirovahiyê û mafên bingehîn bê girtin
• Li dij her êrîşên ser sivîlan piştgirî bidin parastina ewlehiya sivîlan, bila pirsgirêk bi rêya diyalogan bên çareserkirin, alîkarê aşîtî û aramiyê bin
Em bawer in ku baldayin û têkiliyên civata navneteweyî girîng in, da ku astengên zêdetir ên tundûtûjiyê were rawestandin û rûmeta mirov û mafên wê were parastin.
HEVKARÎ dîsa jî têkiliyê xwe ya bi dad, parastina sivîlan û nasandina mafên gelê kurd dubare dike.