Dara Bako ciwanekî Kurd ê Êzidî yê ji ji nahiyeya Xankê ya Dihokê ye.
Ew li bajarê Oldenburga Almanyayê di lîsteya Partiya Keskan de ji bo meclisa şaredariyê bûye namzed.
Dara Bakoyê ku di lîsteya Partiya Keskan de di rêza duyem de ye ji Kurdên li wê herêmê xwest ku piştgiriya wî bikin.
Dara Bako ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re ragihand:
“Wekî ciwanekî ez û partiya xwe em ji bo baştirkirina xizmetguzariyên bajêr dixebitin.
Bernameya me ya kar ji bo parastina jîngehê, kirêya xaniyan, zêdekirina baxçeyên zarokan û baştirkirina rewşa dibistanan hatiye veqetandin.”
Dara Bako li ser rewşa penaberên Kurd û bi taybetî jî Kurdên Êzidî yên li Almanyayê eşkere kir ku yek ji mijarên sereke yên karê wî parastina mafên penaberan e û da zanîn:
“Em bi awayekî cidî hewl didin ku bi rêya şaredariyê û zextên siyasî, rê li ber dersînorkirina Êzidiyan bigirin.”
Bako bangî hemû kesên ku li Oldenburgê û derdora wê mafê wan ê dengdanê heye kir ku beşdarî hilbijartinê bibin da ku dengê Kurdan bigihêje meclisa şaredariyê.
Zekeriya Goran namzedê serokatiya şaredariyê ye
Zekeriya Goran li Almanyayê dijî û endamê Partiya Yekîtiya Demokrat a Xirîstiyanan a Almanyayê (CDUyê) ye.
Wî ji bo hilbijartinên meha Îlona bê xwe namzed kiriye.
Zekeriya ji bo du postan pêşbaziyê dike. Ew dixwaze bibe Serokê Şaredariya bakurê bajarê Wolfsburgê.
Di heman demê de ji bo endamtiya meclisa şaredariya Wolfsburgê jî bûye namzed.
Rûdaw