Danmark: Însîyatîfa Referandûma Sexwebûna Kurdistanê do li Alborg bû

Karên însîyatîfa referandûma serxwebûna Kurdistanê ya li Danmarka yê berdewam e.

Ji alîkî ve karên amadeyî yên festîvala ku dê di 02.09. 2017 de li Kopenhaginê were lidarxistinê. Ji alîyekî din ve karên dîplomasî û ragihandinê. Û ji alîyekî din ve jî karên serwextkirin û birêxistinîkirina Kurdistanîyên bi kelcanekî germ dimeşe.

Di  26.08.2017 di derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de, komîteya serwextkirin û birêxistinîkirina Kurdistanîyên li bajarê Alborg ya Danimarka yê, semînerkî pêkanî.

Semîner ji alîyê kurdên li bajêr ve hatibû amedekirinê. Semîner bi srûda netewî û rêzgirti bo pakîya canê şehîdên doza azadîya Kurdistanê destpê kir.

Li dû rêzgirtinê, axafêr berpirsê lijna Danîmark ya PDK Musa Reşîd û dûre jî berpirsê rêxistina PAK/Danmark Mîrza Akar li ser giringî û naveroka referandûmê axifîn û bi giranî îşaret bi giringîya tevlêbûna dengdanê bo referandûmê kirin.

Li dû axaftina axafêran û 10 deqe bênvedanê, di beşa pirs û bersivan de, beşdar li gel bîr û boçûnên xwe pirsên xwe jî kirin. Axafer jî her yek ji alîyê xwe ve bersiva pirsan da.

Gelek beşdar ji bo kar û xebatê xwe pêşnîyar kirin.

Semîner, di atmosferekî germ de bi dawî hat.  

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir