"Danîna vîzeyê dê bandoreke neyînî di navbera Hewlêr û Amedê de bike"

Ger vîze neyê rakirin karsazên Herêma Kurdistanê û Iraqê dê di şûna Tirkiyeyê de êdî biçin Urdûn, Îran û welatên din ên ereban.

Karsazên li Bakurê Kurdistanê dibêjin geşta di navbera Amed û Hewlêrê ji bo geşedanên aboriyê gaveke baş e lê danîna vîzeyê bo welatiyên Başûr û Iraqê dê van geştên balafiran têk bibe. Herwiha ger vîze ranebe, hinardeya di navbera Tirkiyeyê û Başûr de dê kêm bibe û bazirganiya Tirkiyeyê û Bakur dê derbeyeke mezin bixwe.

Geştên di navbera Amed û Hewlêrê de ev çend roj in ku didome. Li gorî agahiyan hikûmeta Tirkiyeyê niha li ser kar dike ku geştên navbera Riha û Hewlêrê de jî bê destpêkirin. 

Karsazên Bakur ji van geştan kêfxweş in lê dibêjin vîzeya ku Tirkiye ji bo Başûrê Kurdistanê û Iraqê dixwaze li pêşiya bazirganiya wan asteng e. Berê salane 400 hezar kes ji Başûr û Iraqê dihatin Bakur û Tirkiyeyê lê piştî danîna vîzeyê karsaz dibêjin ev hejmar dê dakeve 100 hezarî. 

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Ehmed Sayar ji Rûdawê re diyar kir ji Kurdistanê gelek kes nexweşên xwe tînin, xelk tê tetîla xwe li vir derbas dike  û wih domand:

“Danûstandineke baş di navbera Kurdistanê û Tirkiyeyê de hebû. Lê ev danîna vîzeyê pirsgirêkeke gelekî mezin e. Ger vîze ranebe dê aborî û bazara bazirganiyê zirareke mezin bibîne.”

Li gorî karsazan ger Tirkiye vîzeyê demildest raneke wê çaxê dê bazirganên Başûr û Iraqê îcar di şûna Tirkiyeyê de welatên din tercîh bikin û ev jî dê zirarê bide aboriya Tirkiyeyê.”

Serokê Federasyona Bazirgan û Pîşesazên Bakur Şah Îsmaîl Bedirxanoglu ji wiha got:

“Danîna vîzeyê dê bandoreke pir neyînî li ser geştên di navbera Hewlêr û Amedê de bike. Tirkiye bi hinceta ewlehiyê vê vîzeyê datîne lê ev yek dê zirareke mezin bide geşedanên aboriyê di navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê de.  Ger vîze neyê rakirin karsazên Herêma Kurdistanê û Iraqê dê di şûna Tirkiyeyê de êdî biçin Urdûn, Îran û welatên din ên ereban. Em niha pê re mijûl in ku şandeyek ji karsazan em biçin bi rayedarên hikûmetê re biaxivin û daxwaza rakirina vîzeyê bikin. Ez bawer im hikûmet jî dê di demeke nêz de vîzeyan rake.”

Di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de heta beriya êrîşên DAIŞ’ê û şerê li Bakur salane 13 milyar dolar hinarde dikir û ji vê 8 milyar dolar bi Başûrê Kurdistanê re bû. Ger vîzeya ku Tirkiyeyê daniye ranebe aborî û bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Başûr de jî dê derbeyeke mezin bixwe.

Kurdistan Haberleri

14 welatiyên xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin
Îraq tedbîrên li ser sînorên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tund dike
Asayîşa Kurdistanê: Bazirganê madeyên hişbir ê navneteweyî hat girtin
Amedspor, ji tîmeke futbolê wêdetir: 'Îro cejna me Kurdan e'
PWKê LI BATMANÊ JENOSÎDA DERSÎMÊ (TERTELE) BIBÎRANÎ