Dana Gasê rawestandina tevahî ya hilberînê li Kor Morê ragihand!

.

 Şîrketa enerjiyê ya Dana Gas a ku navenda wê li Emîrtiyên Yekbûyî yên Erebî ye ragihand ku piştî êrîşa bi roketan li ser zeviya gazê ya Kor Mor li Herêma Kurdistanê hilberîn hatiye rawestandin.

Şîrketê ji Platforma Aşkerekirina Giştî (KAP) ya li Borsaya Ebû Dabî (ADX) re agahdariyek pêşkêş kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Dana Gas ji bazaran re ragihand ku tankeke depoya şilekê li tesîsa wê ya Kor Mor li Herêma Kurdistana Iraqê bûye hedefa êrîşa bi roketan."

Hilberîn Rawestand!

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama êrîşê de tu kes birîndar nebûye û hilberîna gazê li tesîsê ji bo vemirandina agir û nirxandina rewşê hatiye rawestandin.

Şîrketê diyar kir ku ew bi rayedarên herêmî re hevahengiyê dike û wê di pêşerojê de nûvekirinên pêwîst ji bazarê re werin ragihandin.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin