Dana Ebdilkerîm: Hikûmeta Kurdistanê pêşniyarên Bexdayê pejirandin

.

Wezîrê Avedankirin û Xwecihkirinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dana Ebdilkerîm îro Yekşemê di civîneke rojnamevanî de ragihand, “Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê pêşniyarên Hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî pejirandin.”

Dana Ebdilkerîm got ku, ew ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyan di navbera Hewler û Bexdayê de geşbîn e û tekez kir, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê hemû xalên girîng ên pêşniyara Bexdayê pejirandine, bi wî şertî ku di çarçoveya destûra Iraqê de be.

Wezîrê Avedankirin û Xwecihkirinê bal kişand ser, "Em wekî Herêma Kurdistanê nikarin tiştekî ku li derveyî destûrê be bikin, ji ber ku destûr mafên gelê Kurd diparêze. Divê em destûra xwe biparêzin, da ku mafên gelê Kurd biparêzin."

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin