DAIŞê teqîna li bajarê Bexdayê girt ser xwe

.

 Mefrezeyeke DAIŞê, berpirsiyariya teqîna li devera Kazimiye ya li bajarê Bexdayê girt ser xwe.

Li gor ajansa Amaq a ser bi DAIŞê ve diyar kiriye, teqînê qerebalixeke welatiyên Şîe kiriye armanc, ku li ber mezargeheke wan li devera Kazimiye ya Bexdayê kom bûbûn.

Ajansa DAIŞê daye zanîn, di encama teqînê de 3 kes hatine kuştin û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûne.

Herwiha ajansê destnîşan kiriye, Hikûmeta Iraqê xwestiye behsa rastiya wê kiryarê neke û ragihandiye ku boriya gazê ya xwaringehê teqiyaye.

Şeva din Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê dabû zanîn ku teqîna li devera Kazimiye, ji ber butleke gaza xwaringehê bûye û di encama teqînê de, 2 kesan can dane û 14 kes jî birîndar bûne.

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin