DAIŞê li Kifrî êrîşî hêzên Pêşmerge kir: Pêşmergeyek şehîd bû, 3 jî birîndar bûn

.

Terorîstên DAIŞê li qezaya Kifrî êrîşî ser hêzeke Pêşmerge kir ku li gorî zanyariyên destpêkê Pêşmergeyek şehîd bûye û 3 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.

Hat ragihandin îşev terorîstên DAIŞê li nêzîkî bendava Baweşasiwar a li bakurê bajarokê Kifrî êrîşî ser hêzên Pêşmerge kirine.

Li gor zanyariyên destpêkê Pêşmergeyek şehîd bûye û 3 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne ku Pêşmerge bi rêya kamereyên çavdêriyê ji tevgerên çekdarên DAIŞê li deverê agahdar bûne. 

Fermandarê Lîwa 17an General Diler Mehmud ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin ku 6 terorîstên DAIŞê bi motorsîkletan êrîşî sengerên Pêşmerge kirine.

Hat zanîn cihê sengera Pêşmerge ya rastî êrîşê hatiye, nêzîkî kêlgeha neftê li nêzîkî bendava Baweşasiwar li bakurê bajarokê Kifrî ye û êrîş li ser hêza lîwaya 9 a Pêşmergeyên hevbeş pêk hatiye. Navê Pêşmergeyê şehîd bûye Mihemed Mensur e û xelkê bajarê Xurmatûyê ye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin