DAIŞê li Kerkûkê êrîş kir: 4 serbazên Iraqî canê xwe ji dest dan

Hat ragihandin, di êrişa ku ji alîyê rêxistina terorîst a DAIŞê li Kerkûkê ve hatî kirin de 4 leşkerên Iraqî canê xwe ji dest dane.

Di êrişa ku rêxistina terorîstî ya DAIŞê li herêma Daquk a Kerkûkê hate kirin de 4 serbazên Iraqî jîyana xwe ji dest dan.

Di daxuyanîyek nivîskî de, ku ji hêla Tora Medyayî ya Ewlehî ya girêdayî Hikûmeta Iraqê ve hatî çêkirin, hate destnîşankirin ku endamên DAIŞê êrişî leşkerên Iraqî yên li ser rêya Kerkûkê bûn.

Hat dîyarkirin ku di encama êrîşê ku de 4 leşker mirin û 4 jî birîndar bûn.

Ji alîyekî din ve hate dîyarkirin ku DAIŞê li gundê Safra yê Karatepe navçeya Hanekînê yê ser bi bajarokê Safra 3 welatî revandine û kesek birîndar kirine.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin