Dadgeha Temyîzê ya Federal a Îraqê cezayê bidarvekirinê yê Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî pesend kir.
Tikrîtî bi tawanên "komkujî, tawanên li dijî mirovahiyê û destdirêjiya zayendî" ya li hemberî rizgarbûyên Enfalê hatibû tohmetbarkirin.
Ecac Tikrîtî bi navên “Celadê Nugreselmanê” û “Celadê Enfalê” jî tê naskirin.
Parêzerê enfalkiriyan ê dosyeya "Ecac", Eyad Kakeyî îro ji li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Eyad Kakeyî got, "Dadgeha Temyîzê ya Federal biryara li dijî Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî pesend kir."
Wî her wiha destnîşan kir ku ew tawanbar berpirsyarê komkujiya li dijî sivîlên Kurd e ku ji Enfalê rizgar bûbûn.
Parêzer Eyad Kakeyî eşkere kir ku wî tawanbarî li Zindana Nugreselmanê tawanên "hejîner" li beramberî girtiyan kirine.
Tawanên wekî "birçîhîştin, tîhîştin û şkencekirina heta mirinê" ji aliyê wî ve hatine kirin.
Her wiha wî destdirêjiya zayendî li çendîn jinên girtî kiriye.
Kakeyî anî zimên ku ev tawan hemû bûne bingeha biryara cezakirina wî.
Dê biryar biçe ber destê Serokkomariyê
Li gorî gotina parêzerê enfalkiriyan ê dosyeya Ecac, niha dosye dê ji Serokkomariya Îraqê re were şandin. Ev yek ji bo derxistina mersûma komarî û pejirandina dawî ya ji bo bicihanîna cezayê ye.
Dadgeha Bilind a Tawanên Îraqê 14ê Gulana 2026an cezayê bidarvekirinê da "Ecac Ehmed Herdan Zueyter Ubeydî".
Li gorî belgeyeke dadgehê ku wêneyekî wê ketiye destê Rûdawê, Ecac bi kuştina 1068 girtiyan hatiye cezakirin.
Wî bi rêya birçîhîştin, tîhîştin û şkencekirina heta mirinê ew kes kuştine.
Her wiha bi windakirina bi darê zorê ya malbatan û zarokên wan û destdirêjiya ya li jinên girtî yên li Nugreselmanê hatiye cezakirin.
Wezareta Dadê dê dema bicihanînê diyar bike
Eyad Kakeyî li ser bicihanîna biyraya birdarvekirinê wiha got:
"Piştî ku ji aliyê Dadgeha Temyîzê ya Federal ve hat pejirandin, biryarê pîleya dawî wergirt û ji bo bicihanînê amade ye.
Wezareta Dadê dê dema bicihanîna cezayê diyar bike û nabe ku ji 30 rojî derbas bibe."
Ecac Tikrîtî 31ê Tîrmeha 2025an hatibû desteserkirin. Ew di dîroka Enfalê de yek ji navên herî "hov" e.
7ê Gulana îsal 26 şahid û rizgarbûyên Enfalê li pêşberî dadgehê şahidiya tawanên wî kir.
Wan hûrgiliyên wan hovîtiyên Ecac vegotibûn ku li Kela Nugreselmanê hatibûn serê wan.