Dadgehê ceza neda kujerê Kemal Kurkut

.

Dadgeha Amedê îro derbarê dosyeya kuştina Kemal Kurkut ê di Newroza 2017ê de bi guleya polîsên Tirkiyê hatibû kuştin biryar da, ku polîs Yakup Şenocak neyê cezakirin.

Kemal Kurkut ê 23 salî û xwendevanê zanîngehê li Meletiyê, roja 21 Adara 2017ê bo beşdarîkirin di şahiya Newrozê de serdana Amedê kiribû. Lê Ii xala pişkinînê ya polîs ku derbasî nav merasîmê dibe, polîsan gule li wî reşandin û ew kuştin.

Piştî kuştina Kemal Kurkut polîsên bi navê O.M. û Yakup Şenocak hatin desteserkirin. O.M. di pêvajoya dozgeriyê de hat berdan û bo dadgehê nehat şandin. Yakup Şenocak ê hatibû tespîtkirin, ku guleya li Kemal Kurkut ketiye ji demançeya wî derketiye, li dadgehê bi şertê kontrola edlî hat berdan, lê darizandina wî berdewam kir.

Heftemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, sala 2020ê biryara xwe ya dawî da ku Yakup Şenocak ne tawanbar e û neyê cezakirin.

Parêzerê malbata Kemal Kurkut, li dijî biryara Şeşemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê serî li Yekemîn Cezaya Daîreyê ya Îstinafê dan û dadgeha Îstinafê biryara Şeşemîn Cezaya Dadgeha Giran a Amedê betal kir û ji bo ji nûve darizandina Yakup Şenocak dosye paş de şand dadgehê.

Heftemîn Cezaya Dadgeha Giran a Amedê, îro 17ê Çileya 2023ê derbarê kujerê Yakup Şenocak de heman biryara xwe dubare kir û ragihand: “Pêwîst nake ceza bê dayîn.”

Parêzer Mehmet Emin Aktar li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Di doza kuştina Kemal Kurkut de nedayîna cezayê berdewam e. Piştî Îstinafê biryara beratê betal kir, vê carê biryara `gumanbar kuştiye, lê em cezayê nadin` derket. Hincet jî cîbicîkirina fermana berpirs e.”

Kurdistan Haberleri

MEŞHED - Di merasîma veşartina termê Xamineyî de 2 kes hatin kuştin
Komîsyona NY rapora Sûriyê ragihand: Banga edaletê û çarnevisê girtiyan hat kirin
SINE - Hêzên Îranê gule li sivîlan reşandin: Kur mir, bav birîndar e
Serokwezîrê Iraqê: Em hemû kêşeyên bi Herêma Kurdistanê re çareser dikin
ROJAVA - Kurd navên xwe dixwazin