Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Komara Tirkîyeyê Lêpirsîna Pêşîn a Hesabê Darayî ya PWKyê Pejirand

.

Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Komara Tirkîyeyê lêpirsîna pêşîn a hesabê dawî yê darayî yê sala 2024an a Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) qedand û ji ber ku ti kêmasî nedît, biryar da ku derbasî lêkolîna naveroka dosyayê bibe.

Li gorî daxuyaniya PWKyê, ev biryar tevî ku dozeke girtinê li dijî partiyê hatiye vekirin, nîşan dide ku Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) wekî partiyeke yasayî hebûna xwe didomîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku PWK “partiyeke meşrû ya yasayî û bêsînor bi çalakiyên sivîl e” û hate ragihandin ku biryara Dadgeha Destûrî di vê çarçoveyê de hat dayîn.

Daxuyanî bi dîroka 23ê Tîrmeha 2026an ji aliyê Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ve hate weşandin.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK)

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir