Dadgeha Mafên Mirovan ji bo doza Ermenistanê ya dijî Tirkiyê civiya

.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser serlêdana hikûmeta Ermenistanê ya derbarê destwerdana Tirkiyê di şerê Qerebaxê de civînek li dar xist.

DMMEyê ragihand ku Ermenistanê ji ber destwerdana şerê Qerebaxê doz li Tirkiyê vekiriye.

Ermenîstanê derbarê şerê bi Azerbaycanê re yê herêma Nagornî Qerebaxê bi hinceta piştevanî û alîkariya Tirkiyê, li DMMEyê doz vekir û piştevaniya Tirkiyê ya di şer de jî şermezar kir.

Ermenîstan di serlêdana dozê de diyar dike ku Tirkiyê bi piştgiriya Azerbaycanê hiştiye ku Azerbaycan dest deyne  ser navçeyên din jî û dide zanîn, tevî ku Rûsya weke navbeynkar agirbest di navbera her du aliyan de ferz kiriye jî ji ber destwerdana Tirkiyê dibe dîsa şer rû bide.


 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê