Dadgeha Îranê 90 sal cezayê girtîgehê da 10 jinên baweriya Behayî

.

Hate ragihandin ku Dadgeha Îsfehanê ya bi serokatiya Fîroz Rewanmêhr û Elî Diyanî, bi hinceta propagandaya dijî rejîmê, çalakiyên teblîxî û hînkariyê li dijî rêkarên ola Îslamê, 90 sal cezayê girtîgehê û 900 milyon Tûmen jî cezayê pere da 10 jinên xwedî baweriya ola Behayî yên xelkê bajarê Îsfehanê.

Li gorî nûçeyên hatine belav kirin ji bo Nida Bedexş, Perestû Hekîm, Yêgane Rûhbexş, Yêganê Agahî, Arizû Sehaniyan, Mujgan Şahrizayî û Şana Şoqîfer 10 sal girtîgeh û 100 milyon Tumen sizayê pereyên neqdî.

Ji bo Beharê Lotfî û Nida Imadî, her yek 5 sal girtîgeh û 50 milyon Tumen sizayê neqdî.

Herwiha dadgehê derketina wan ji Îranê û bikaranîna torên civakî heta 2 salan qedexe kir.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin