Dadgeha Fransayê ji bo Beşar Esad û 6 kesan biryara girtinê da

.

 Dadgeha Fransayê ji bo Beşar Esad û 6 kesan biryara girtinê da. Dadgerên lêpirsînê li Fransayê bi sedema di sala 2012an de li Sûriyê li bajarê Humusê kuştinên sûcên şer kiribûn, di derbarê serokê berê yê Sûriyê Beşar Esad û 6 hevalên wî yên di asta bilind de biryara gitinê da. Rêxistinên mafên mirovan yên dinyayê biryarê gel xweş dîtin û ji biryarê razîne.

Federasyona Mafên Mirovan ya Navdewletî (FIDH) ragihand ku biryar ji aliyê Dadgeha Edlî ya Parîsê ji aliyê beşa  Sûcên li Hemberê Mirovahiyê de hatiye dayîn.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku her 7 kes, li hemberê rojnamevanên Fransiz û biyanî Remi Ochlik, Edith Bouvier, Marie Colvin û Paul Conroy û wergerê wan Wael al-Omar, sûcên şer û li hemberê mirovahiyê sûcan kirine û bi sûcdaran re hevkariyê kirine. Hinek nav di 22yê Sibata 2012an de, dema avêtine ser navenda çapemeniyê birîndar bûne û hinek ji wan hatine kuştin.

Di êrîşê de xebatkarê rojnama Îngîlîz Sunday Times yê Amerîkayî Colvin û peyamnêrê wêneyan yê Fransiz Ochlik, li Hûmûsê li taxa Baba Amr di 22yê Sibat a 2012an de hatibûn kuştin.

Kurdistan Haberleri

Keleha Zerzevanê dikeve Lîsteya Mîrata Cîhanî
Mesrûr Barzanî: Em ji bo pêşxistina hevkarî û hevahengiya bi parêzgehên Iraqê re amade ne
Barhilgirên Tirkiyeyê di ser Sûriyeyê re derbasî Îraqê bûn: Herêma Kurdistanê tê bypasskirin
Fîlma 'Eger Jinek Te Bikuje, Tu Bihûştê Nabînî' dê li 16 welatan bê nîşandan
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê îdiaya Supaya Pasdaran red kir