Cozêf votêl: Pêwîste ji berê zêdetir piştîvanîya Herêma Kurdistanê bikîn

Efserên pile bilindên hêzên Emerîkayê û fermandeyên hewalgirîyê daxwaz ji serkirdatîya welatê xwe dikin, rê nedin bûyerên Îraqê zêdetir teşene bikin

Navenda Nûçeyan- Şarezayên serbazî û hewalgirî yên Emerîkayê derbarê bûyerên Îraqê û deverê bi giştî di hewla wê yekê de ne, ra û nerînên xwe bigehînon berpirsên bilindên welatê xwe. Bi awayekê ku di bawerîyê de ne ku divê Emerîka rolekê bibîne û rê nede welatên din rewşa Îraqê û deverê bihêt bikarhînan bo lêdana berjewendîyên Emerîka û hevpeyamanên wê.

Derbarê evê mijarê, cenral Cozêf Votêl, fermandeyê berê yê hêzên Emerîkayê li Rojhelata Navîn dibêje: Divêt ji berê zêdetir piştîvanîya Herêma Kurdistanê bikîn, daku pêgeha wê li deverê bihêztir bibe.

Bi bawerîya hinek ji femande yên serbazî û hewalgirîyê, arîşeyek li ba serkirdeyên sîyasî yên Emerîkayê heye , ew jî ewe, ku amajeyên van bûyerên li Îraq û derdorê wê rûdidin; ew bi başî navexwînin. Lew giringe desthilatdarên Emerîkayê bizanin ku milmilanêyeke aloz heye û berjwendîyên Emerîkayê li deverê dixe di metirsîyê de.

Li Waşintun piranîya şarezayên sîyaseta derve û çavdêr di xema wê yekê de ne helwêsta wezareta derve û Koçka Sipî di çarçoveya peyam û daxunyan de bimîne. Bi bawerî ya wan dem wê hatîye ku Emerîka pênagavên kiryarî û qadî bihavêje daku hevsengî û akincîyê vegerîne deverê.

Çavkanî: K24

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye