CONIFAyê Stadyuma Kobaniyê pîroz kir

.

Yekîtiya Federasyonên Serbixwe yên Futbolê (CONIFA) ji bo vekirina Stadyuma Kobaniyê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ew stadyum li gelê Kurd pîroz kir.

CONIFAyê di daxuyaniya xwe de ku li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye, ragihand ku ew stadyuma nû ya Kobaniyê li gelê Kurd li Sûriyeyê pîroz dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew stadyum "nîşana mezinahiya gelê Kurd e" û hêvî kir ku di pêşerojê de maçên CONIFAyê li wê stadyumê bên lîstin.

Stadyuma Şehîd Bawer Agir a Kobaniyê 11ê Çiriya Pêşîn hatibû vekirin û kapasîteya temaşevanan a 5 hezar e.

Yekîtiya Federasyonên Serbixwe yên Futbolê 2013an de hatiye damezirandin û yekîtiyên futbolê yên herêm û neteweyên ku ne endamên FIFAyê ne, di nav xwe de dihewîne.

Navenda wê li bajarê Luleayê yê Swêdê ye.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin