Saziyên hiqûqê rapora çavdêriya destpêkê û tesbîtê ya li ser 2 welatiyên ji Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir ku piştî girtinê rastî şkenceya fîzîkî û zayendî hatine.
Salah û Resûl Bimarî 10ê Hezîranê li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê dema dixwestin derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibin li ser sînor hatin desteserkirin û paşê hatin girtin.
Baroya Colemêrgê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Şaxa Colemêrgê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) raporeke 9 rûpelî li ser şkence û miameleya xerab amade kir.
Endamê OHDyê parêzer Umît Savaşan di civîna li Colemêrgê de axivî û destnîşan kir ku ji ber giraniya îdiayan divê lêpirsîneke bi bandor were kirin.
Savaşan anî ziman ku welatiyan li ser sînor ji leşkeran miameleya xerab nedîtine lê li Birêvebiriya Ewlehiyê ya Şemzînanê di jûrên bê kamera de rastî şkenceyê hatine.
Şkenceya zayendî
Di raporê de îfadeyên Salah Bimarî cih girtin.
Salah Bimarî eşkere kiriye ku Resûl Bimarî rastî şkenceya zayendî hatiye, bi rojan xwîn jê hatiye û nekariye pêdiviyên xwe yên xwezayî bi cih bîne.
Salah Bimarî diyar kir ku wî ev rewş dîtiye û li wî bi xwe jî şkence hatiye kirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku ev îdiayên binpêkirina mafên mirovan divê ji aliyê tibî û dadwerî ve bi lez werin lêkolînkirin.
Binpêkirinên giran
Di raporê de îdiayên wekî tazîhîştin, lêdan, şikandina diranan, şkenceya zayendî, bikaranîna amûra şokê, tundiya bi copên hesinî, gef û miameleya biçûkxistinê cih digirin.
Her wiha hat ragihandin ku dema ew birine saziyên tenduristiyê wergêr li cem wan nebûye.
Ji ber vê yekê wan nekariye derdê xwe ji bijîşk re bibêjin û şkenceya ku dîtine bi awayekî rast nehatiye qeydkirin.
Daxwazên saziyan
Saziyên hiqûqê li ser polîtîkaya bêcezakirinê hişyarî da û daxwazên xwe wiha rêz kirin:
· Divê li ser îdiayên şkence û gefan dest bi lêpirsîneke serbixwe û bêalî were kirin.
· Divê dîmenên kamerayan, qeydên ketin û derketinê û qeydên girtîgehê yên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Şemzînanê werin parastin.
· Divê gumanbar li gorî Protokola Stenbolê ji aliyê bijîşkên serbixwe ve werin kontrolkirin.
· Divê li ser karmendên tenduristiyê yên ku şkence qeyd nekirine lêpirsîn were vekirin.
· Divê ew karmendên ewlehiyê yên ku navên wan di îdiayan de derbas dibin heta dawiya lêpirsînê ji kar werin dûrxistin.
Salah û Resul Bîmarî ji bo şivantiyê li Bakurê Kurdistanê bûne û dema ku vedigeriyane hatine girtin.