"Ciyê pêşmerge lê abad be, hizûra Tirkmen û Tirkiyê tuneye!"

Cîgirê serokê MHPê yê ji Agirîyê û mebûsê Stenbolê Celal Adan li ser axaftina Barzanî ku bahsa referandûmê ji Sekreterê Giştî yê NY re kirîye; peyamekê ku agîr ji dibare daye

Cîgirê serokê MHPê yê ji bajarê Agirîyê û mebûsê Stenbolê Celal Adan li ser axaftina Barzanî ku bahsa referandûmê ji Sekreterê Giştî yê NY re  kirîye; peyamekê ku agîr jê dibare daye; çavsorî nîşan dide û kurdan tehdîd dike.

Cela Adan dibêje; "Li bajarê Tirkmen yê Kekûkê dalqandina paçewrayek/potikek facîayek e. Ev demekê dirêj e li Bakurê Iraqê û bi taybet jî li Kerkûkê listikek heye; di sala 2014ê de di bin navê şerê li dijî DAÎŞê de pêşmerge bi fiîlî dest danîye ser Kerkûkê; tabûyên Kerkûkê talan kirîye."

Adan weha dom kiriye;" Yên ku ti eserên wan li Kerkûkê tuneye û li ser Kerkûkê heq îddîa dikin; îddîayê weha li xwîna wan dikeve. Li hember vê îxanetê derketin, piştgirîya birayên Tirkmen û ji bo istîqbala wan divê her fedakarî bihê kirin; ev elzem e. Di nav rojhilata navîn di hundirê qazanê de wexta tirkmen dişewitin ji wan re xew tuneye. "

Serokê pêşmerga Barzanî wexta dihê Tirkiyê paçewraya wî bilind dikin, bitenê li hember vê yekê neteweperest û ulkucî reaksîyon nîşan didin. Niha jî Barzanî ji bo dewleta serbixwe bahsa refernadûmê ji Sekreterê Giştî yê YN re dike, Barzanî vê hêzê ji ku digre. Qedera Kerkûkê, Hewlerê û bajarên din yên Tirkmenan dê çi bibe? Îstîqbala sedhezar Tirkmenan dê terka însafa xayîn û çapûlcîyan bibe?

Ciyê pêşmerge lê abad be, hizûra Tirkmen û Tirkiyê ne mimkun e. Mesela ne meseleya partî û sîyasetê ye. Mesela istîqbala Tirkmen û Tirkiyeyê ye. Divê ji serokê pêşmerge re bê nîşandan ku yê bi zilmê abad bibe dê dawîya wî felaket be."

Dihê gotin ku Celal Adan ji bajarê Agirîyê ye û bi eslê xwe kurd e. Ji xwe di dîroka Tirkiyeyê de kesên ku eslê feslê wan ne tirk in ew zêdetir xizmetê ji Tirkiye û tirakan re kirine û dikin. Ev jî yek ji wan e.

Siyaset Haberleri

Li Sirnexê ji bo jinavbirina teqemeniyên PKKê qedexe hat ragihandin
Fazil Mîranî: Serweriya Iraqê qels e, bê yekîtiya Kurdan em nikarin tistekî bi dest bixin
Pûtîn fermana amadekirina pêsniyarên ceribandinên çekên atomî da
Rafael Grossi ji bo kargehên atomî banga hevkariya zêdetir li Îranê kir
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe