Çiyakurd: Agirbesta Tirkiye û HSDê nêzîk e

.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê Bedran ÇiyaKurd ragihand ku amadekarî ji bo koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî têne kirin û vegera wan nêzîk e.

ÇiyaKurd ji Kanal8ê re daye xuyakirin ku ew niha li ser avakirina komîteyên pispor dixebitin ji bo ku di destpêka vê mehê de dest bi danûstandinên li ser şert û mercên Peymana HSD-Şamê bikin.

Li ser mekanîzmeya danûstandinan Çiyakurd got: “Li gorî dosyayên ku dê di danûstandinan de bên pêşkêşkirin, dê çend komîteyên pispor hebin, ji pênc komîteyan kêmtir nabin, lê hejmar ne diyar e, dê li gorî hewcedariya pispor û şêwirmendan di her dosyeyê de be, tevî dosyayên siyasî yên ku dê werin pêşkêşkirin, di nav de dosyayên leşkerî, siyasî, îdarî, aborî û perwerdeyî yên Kurdî hene.”

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser gotegotên li ser radestkirina parzûngehên petrolê yên bin kontrola HSDê jî red kirin û da zanîn,  “Ev yek ji dosyayên siyasî yên danûstandinan tê dîtin û heta niha jî amadekarî ji bo lihevkirinê didomin.”‘

Çiyakurd peymana li Helebê ya bi rêveberiya Şamê re bi bîr xist û diyar kir, mijara agirbesta bi Tirkiyê re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi navbeynkariya Hevpeymaniya Navdewletî di rêza danûstandinên dirêj de ye û dibe di demeke nêz de, piştî Peymana Helebê, bibin şahidê agirbestê jî.

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî: Rizgarkirina Reqayê rê li ber parastina mirovahiyê vekir
Şam dê li Serê Kaniyê û Girê Spî hilbijartinan bike
Li Tiflîsê Konferansa Karsazên Gurcistan-Kurdistanê tê lidarxistin
Mezlûm Ebdî eşkere kir: HSD dê çawa tevlî artêşê bibe?
31 rêxistinan binpêkirinên li dijî xelkê Efrînê şermezar kirin