Ciwanên Şoreşger bombeyên dengî avêtin mala serkirdeyeke ENKSê

.

Mala endama Serokatiya Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Fesla Yûsif li taxa Ezîziyê ya bajarê Hesekê ji aliyê çekdarên rêxistina Ciwanên Şoreşger ve bû armanca bombeyên dengî.

Li ser hûrgiliyên bûyerê endama Serokatiya Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Fesla Yûsif îro Pêncşemê 20ê Cotmeha 2022an ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Şeva borî derdora demjimêr 02:00an de, çekdarên Ciwanên Şoreşger bombeyek avêtin ser mala min.” Fesla Yûsif diyar kir ku ziyan tenê madî bûye.

Fesla Yûsif diyar kir ku êrîşa ji aliyê çekdarên Ciwanên Şoreşger ve ku li gorî şahidan bi otombîlekê bûne, hatiye kirin û bûye sedema tirs û xofê di nav xelkê de.

Duh li taxa Kellase ya bajarê Hesekê mala endamê ENKS ya bajarê Hesekê Mehmûd Eûcî hate armankirin û di encamê de ziyanên madî gihîştin mala wî û pencere û derî hatin şikandin.

Êrîşên li ser malên serkirdeyên Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) yan jî ofîsên wan li deverên cuda yên Rojavayê Kurdistanê û ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve berdewam têne kirin.

Herî dawî di 20ê Nîsana 2022an de, şewitandina ofîsên Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) û Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bû.

Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz ji aliyên Amerîkî kiribû ku fişarekê li ser rêveberiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bike da ku şewitandina ofîsên wan ji aliyê "çekdarên PYDê ve" bi temamî rawestîne.

Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de got, “Berdewamiya rêze binpêkirinên berfireh ji aliyê çekdarên PYDê dê encamên karesat li ser herêmê hebe û bibe sedema koçberiya gelê me yê mayî.”

Tevgera Ciwanên Şoreşger rêxistineke girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk e û xwe weke tevgereke ku hemû ciwanên Sûriyê li ser esasê paradîgmaya civaka demokratîk û azadiya jinê birêxistin dike bi nav dike.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hewlêrê Li Amedê Seredana PWKyê Kir
PWK: 1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê piroz be
Amerîka: Em ji hewl û xebatên serok Barzanî yên hilbijartinê agahdarin û dibînin
Rêya Wanê û Miksê 130 roje girtiye
Siyasetmedar û rewşenbîr Kamîl Jîr wefat kir