Ciwanê 'GenZ 212' yên Mexrîbê rabûn ser piyan: 3 mirî, 640 birîndar

.

 Li welatê Bakurê Afrîkayê Mexrîbê (Fas) protestoyên ku bi pêşengiya ciwanan dest pê kirin û veguherîn bûyerên tundûtûjiyê. Di dema protestoyan de, 3 kesan can da û 640 kes jî birîndar bûn ku 589 ji wan hêzên ewlehiyê ne.

Koma protestoyê ya ciwanên Nifşa Z ya bi navê "GenZ 212" banga "hikûmetê daxe" li Qralê Mexrîbê Muhamedê VI. dikin.

Protestoyên ku ciwanan bi daxwaza perwerde û xizmetên tenduristiyê yên çêtir roja Şemiyê li seranserê welêt dabûn destpêkirin, 6 roj in berdewam dikin.

Di protestoyên ku veguherîn bûyerên tundûtûjiyê de, hin avahî hatin talankirin û wesayît hatin şewitandin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Mexrîbê, hêzên ewlehiyê roja Çarşemê li Lqliaa, başûrê bajarê Agadirê, 3 ciwanên ku bi kêran êrişî qereqolekê kiribûn û hewl didan cebilxaneyê bidizin, gulebaran kirin û kuştin.

Di dema protestoyan de 640 kes birîndar bûn, ku 589 ji wan hêzên ewlehiyê bûn û zêdetirî 400 kes hatin binçavkirin.

Herwiha 80 avahiyên xelkê û kargehên taybet zirar dîtin, 413 wesayîtên hêzên ewlehiyê û 195 wesayîtên taybet xisar dîtin.

Serokwezîrê Fasê Aziz Akhannouch ragihand ku ew ji bo bidawîkirina bûyerên tundûtûjiyê û bicihkirina daxwazên ciwanan vekirî ye ji diyalogê re. Akhannouch got, "Yekane rêya çareserkirina pirsgirêkên cuda yên ku welatê me pê re rû bi rû ye, nêzîkatiya li ser bingeha diyalogê ye."

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da