Ciwanan li ber Şaredariya Stenbolê astengkirina muzîka Kurdî şermezar kirin

.

Komek ciwanên Kurd li Stenbolê li hember astengkirina muzîka Kurdî ji aliyê polîsên şaredariya wî bajarî ve, li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê kom bûn û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Duh Çarşembê 10ê Tebaxa 2022, li Qada Taksîm a Stenbolê komek ciwanên Kurd ku muzîka Kurdî lêdixistin, ji aliyê polîsên şaredariya bajêr ve hatibûn astengkirin.

Îro ew ciwanên Kurd ji bo protestokirina wê kiryara polîsê şaredariya Stenbolê û astengkirina muzîka Kurdî, çûne ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya li Sarçhaneyê.

Ciwanan astengiya polîsan bo muzîka Kurdî protesto kirin û gotin ku ya wan kiriye ne karekî şaş e.

Herwiha ciwanan li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi Kurdî govend gerandin.

Ev nerazîbûna ciwanan bala xebatkarên Şaredariya Stenbolê jî kişand ser xwe.

Gelek xebatkarên Şaredariya Stenbolê ji pencereyê li çalakiya ciwanên nerazî temaşe kirin.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand