Civîna Sêalî li Bexdayê: Wezîrên Derve yên Tirkiye û Sûriyeyê serdana Iraqê dikin

.

Biryar e di rojên pêş de Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û hevtayê wî yê Sûriyê Es’ed Şeybanî serdaneke fermî li Iraqê bikin. Li Bexdayê, dê civîneke sêalî ya Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê were lidarxistin ku tê de mijarên girîng ên ewlehî, aborî û siyasî dê bên gotûbêjkirin.

Li Iraqê amadekarî ji bo civîna sêalî ya di navbera Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê de hatiye kirin. Tê payîn ku di civînê de dosyeya ewlehiyê bibe mijara sereke.

Li gorî berpirsekî Wezareta Derve ya Iraqê ku ji medyaya Iraqî re axiviye, gotûbêjên li Bexdayê dê temamkerê hevdîtinên berê yên li Urdin û Tirkiyeyê bin. Tê payîn ku di civînê de dosyeya parastina sînoran, hemahengiya ewlehî û îstixbarata hevbeş bên nîqaşkirin. 

Herwiha, pirsgirêka avê û hişkesaliyê, ku bi awayekî berbiçav bandor li Iraqê kiriye, ligel mijarên aborî û bazirganiyê, dê bibin beşeke girîng a rojevê.

Derbarê girîngiya civînê de, endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Iraqê Muxtar Mûsewî eşkere kir, di serdanê de dê sê mijarên sereke yên hevbeş bên gotûbêjkirin. Mûsewî got: "Hemû alî hest pê dikin ku lihevkirineke ewlehiyê girîng e, bi taybetî di mijarên têkildarî terorê û rûbirûbûna pirsgirêkên aborî û jîngehê de."

Da zanîn jî, her sê welat dê ji bo dîtina mekanîzmayeke hevbeş a ewlehiyê, zêdekirina agahiyan û pêşxistina bazirganî û veberhênanê bixebitin, bi mercê ku rêz li serwerî û berjewendiyên hevbeş ên hemû aliyan were girtin.

Kurdistan Haberleri

Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne