Civîna Papa ligel Elî Sîstanî bi dawî bû  

.

Papayê Vatîkanê Papa Francis piştî civîna ligel mercîe şîeyên Iraqê Elî Sîstanî civiya û piştî civînê ber bi parêzgeha Zîqarê bi rê ket.

Îro roja şemiyê 06.03.2021ê serê sibehê Papa Francis ligel mercîe şîeyên Iraqê Elîs Sîstanî civiya.

Herwiha piştî civîna ligel Elî Sîstanî li Necefê wê Papa Francîs ji balafirxaneya Necefê ve ber bi bajarê Ur ê ser bi parêzgeha Zîqarê bi rê ket û ligel nûnerên ayînî bicive.

Herwiha piştî serdana Zîqarê vegera Bexdayê û êvarî li Kîlîseya Mor Yûsef a kildaniyan beşdarî merasîmeke dînî bibe.

Papa Francîs duhê roja înê 05.03.2021ê serdana Bexdayê kiribû û ligel aliyên siyasî yên Iraqê civiya bû. Herwiha wê Papa sibehê 07.3.2021ê jî serdana Hewlêrê bike.

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da