Civîna Kuleba û Lavrov bi navbeynkariya Tirkiyê destpê kir

.

 Civîna Wezîrê Karên Derve yên Rûsyayê û Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê îro li bajarê Antalya yê Tirkiyê bi navbeynkariya Enqerê destpê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Ukrayanyê Dmytro Kuleba û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, do Çarşemê 9ê Adarê gihîştin bajarê Antalya yê Tirkiyê.

Sergey Lavrov û Dmytro Kuleba îro di saet 11:00an de, li bajarê Antalya bi amadebûna Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civiyan û wê di derbarê şerê vê dawiyê yê navbera Ukrayna û Rûsyayê ve danûstandinê bikin.

Herwiha Kuleba û Lavrov wê beşdarî Korbenda Dîplomasî ya Antalyayê jî bibin.

Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba li ser civîna îro diyar kiriye: “Tu hêviyeke min a mezin di van gotûbêjan de tune, lê em ê hemû hewlên xwe bidin.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî bi peyameke li ser twitterê eşkere kiriye, civîna Lavrov û Kuleba li ser destpêşxeriya serokkomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan û di çarçoveya hewldanên Enqerê bo navbeynkariya di navbera Rûsya û Ukraynayê de ye.

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê