Yuksel Avşar bi 2 pirtûkên xwe beşdarî Pêşangeha Yekemîn a Pirtûkên Kurdî ya Hewlêrê bû.
Nivîskar û siyasetmedara Kurd Yuksel Avşarê li studyoya Rûdawê pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin û li ser pêşangehê, jiyana xwe û xebatên xwe yên nû agahî dan.
Yuksel Avşarê diyar kir ku ew bajarê Hewlêrê baş nas dike û ji bo vê pêşangehê gelekî kêfxweş e.
Avşarê bal kişand ser rewşa xwendina Kurdî û anî ziman ku li Hewlêrê Kurmanciya bi tîpên Latînî kêm tê xwendin û got:
"Min dît ku li vir zêdetir Kurmanciya bi tîpên Erebî û Soranî tê xwendin.
Kurmanciya bi tîpên Latînî hinekî kêm dimîne lê dîsa jî eleqeya xelkê baş e."
Yuksel Avşarê li ser pirtûkên xwe yên li pêşangehê hatine nîşandan eşkere kir ku pirtûka wê ya bi navê "Kurdîana Dugumu" bi zimanê Tirkî ye û ev pirtûk hem li ser jiyana wê û hem jî li ser dîroka siyasî ya Kurdan û tekoşîna demokrasiyê ye.
Pirtûka din a Avşarê li ser jiyan û hunera hunermenda navdar Eyşe Şanê ye.
Ev pirtûk ji aliyê Yonca Sarsilmazê ve li Kurmancî hatiye wergerandin.
Avşarê diyar kir ku wê Eyşe Şan ji nêzîk ve nas dikir û destnîşan kir ku di rojên wê yên herî dijwar ên li Îzmîrê de li cem wê bûye û piştî mirina wê jî bi alîkariya şaredariyê cenazeyê wê biriye Amedê.
Girtîgeh, sirgûn û tekoşîna siyasî
Nivîskar Yuksel Avşarê behsa jiyana xwe ya dijwar û dîroka malbata xwe jî kir û ragihand ku malbata wê bi eslê xwe ji Amedê ye lê di dema Osmaniyan de sirgûnî Reqayê hatine kirin û pişt re malbata wê vegeriyaye û li herêma Serhedê bi cih bûye.
Avşarê da zanîn ku wê di dema Darbeya 12ê Îlonê de nêzîkî 2 salan di girtîgehê de maye û 45 rojan rastî şkenceyên giran hatiye û li pey çû:
"Piştî girtîgehê ez çûm Enqereyê û min li wir di nav siyaseta Kurdan de cih girt û ji bo mafên Kurdan tekoşîn kir."
Projeyên nû: Kooperatîf û sînema
Yuksel Avşarê li ser projeyên xwe yên nû jî agahî dan û eşkere kir ku wê li ser kooperatîfên Îsraîlê mastera xwe temam kiriye.
Avşarê dixwaze vê pergala kooperatîfan li Kurdistanê û Mezopotamyayê pêk bîne ku aboriya herêmê bi destê gel xurt bibe.
Her wiha Avşarê ragihand ku ew dixwaze li ser jiyana Eyşe Şanê belgefîlmek an jî fîlmekê amade bike.
Avşarê ji bo xebatên Tora Medyayî ya Rûdawê spasiya xwe anî ziman û serkeftin ji bo pêşangehê xwest.
Pêşangeha Yekemîn a Pirtûkên Kurdî
Li Parka Samî Ebdulrehman a parêzgeha Hewlêrê, Pêşangeha Yekemîn a Pirtûkên Kurdî bi beşdariya 130 weşanxane û pirtûkxaneyan bi rê ve çû.
Di vê pêşangehê de 124 pirtûkxane û weşanxaneyên Başûrê Kurdistanê, 5 pirtûkxaneyên Rojhilatê Kurdistanê û weşanxaneyeke Bakurê Kurdistanê bi deh hezaran pirtûkên cuda beşdar bûn.
Pêşangehê deriyên xwe roja 4ê Hezîranê vekirin û heta 10ê Hezîranê her roj ji demjimêr 10:00an heta 19:00an vekirî ma.
Rûdaw