Çîroka bi hezaran Êzidiyên winda dê bi muzexaneyekê were jiyandin

.

Hikûmeta Îraqê avakirina muzexaneyeke berfireh a li Şingalê qebûl kir.

Hikûmeta navendî ya Îraqê, ji bo ku komkujiya Êzidiyan a ku sala 2014an ji aliyê DAIŞê ve hatibû kirin neyê jibîrkirin û ji bo nifşên paşerojê were vegotin, avakirina muzexaneyeke berfireh a li Şingalê qebûl kir.

Proje dê navendeke ji bo belgekirina êşên komkujiyê û mêvanxaneyekê ji bo kesên serdana herêmê dikin jî li xwe bigire.

Sûdanî pesend kir

Xelef Şingaliyê Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî yê ji bo Karûbarên Kurdên Êzidî, ji Rûdawê re ragihand ku proje dê bi erêkirina Serokwezîr bê bicihkirin.

Xele Şingaliyê ku di heman demê de serokatiya komîteya avakirina muzexaneyê dike, got:

"Armanca me ew e ku em komkujiya ku Kurdên Êzidî rûbirûyê wê bûne belge bikin û vê trajediyê nedin jibîrkirin."

Dê li ser 30 donim erd were avakirin

Xelef Şingalî diyar kir ku ji bo projeyê li Şingalê 30 donim erd hatiye destnîşankirin û piştî bidawîbûna karûbarên yasayî yên xwedîtiyê, dê dest bi avakirinê were kirin.

Wî her wiha anî ziman ku muzexane, ji bilî navendeke pêşangehê ku dê tawan û komkujiya qewimî nîşan bide, dê mêvanxaneyekê jî ji bo ziyaretvanên xwecihî û biyanî yên tên herêmê li xwe bigire.

Bi hezaran Êzidî hîn winda ne

Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî, ji 6 hezar û 417 Êzidiyên ku di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, 3 hezar û 588 kes hatine rizgarkirin lê çarenivîsa hezaran kes hîn jî nediyar e.

Kurdistan Haberleri

APIKUR: Em ji bo hinardekirina petrolê amade ne lê şertên me hene
PDK û YNKyê li hev kir: Dê bi hev re astengiyên siyasî çareser bikin
Li Siwêdayê bi dehan kuştî û birîndar hene: Serê Kaniyê jî li nav hev ket
Serokatiya Durziyên Sûriyê banga li civaka navdewletî kir
Li 36emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo de 10 rêkxiravên mafê mirovî daxuyaniyek belavkirin