Çînê hişyarî da welatiyên xwe: Ji Îranê derkevin

.

Çînê ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê, ji welatiyên xwe yên li Îranê xwest ku wî welatî biterikînin.

Çînê ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê yên li Îranê, ji welatiyên xwe xwest ku Îranê biterikînin.

Îran niha di bin gefa êrişeke leşkerî ya Amerîkayê de ye.

Balyozxaneya Çînê hişyarî belav kir

Balyozxane û serkonsulxaneyên Çînê yên li Îranê hişyariyek belav kir.

Di hişyariyê de hat diyarkirin ku di demên dawî de metirsiyên derve yên ewlehiyê yên li Îranê gelekî zêde bûne.

Her wiha hat bibîrxistin ku gelek welatan jî ji welatiyên xwe xwestiye ku ji Îranê derkevin.

Di daxuyaniyê de ji welatiyên Çînê hat xwestin ku neçin Îranê.

Bangî welatiyên Çînî yên ku niha li Îranê ne jî hat kirin da ku tedbîrên xwe yên ewlehiyê zêde bikin û di dema herî nêzîk de wî welatî biterikînin.

Dê bi rêya bejahî û asmanî werin veguhastin

Di hişyariyê de hat destnîşankirin ku balyozxane û konsulxaneyên Çînê yên li Îranê û welatên cîran dê piştgiriyê bidin welatiyên xwe.

Hat ragihandin ku dê veguhastina welatiyan bi rêya geştên asmanî yên bazirganî û rêya bejahî were kirin.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin