Çîn hatina neftkêşên nefta Îranê sînordar kirin Îranê

.

Pêka raoreke “Bloom Berg”ê hinek ji yekeyên qiraxaviyên bajarê Çîng Dao ya Çînê, bi belavkirina daxuyaniyekê, çendîn sînor bo hatin û sekinîna gemiyên nefthilgir ên Îranê li vê bajarê qiraxavî de ragihandine.

Pêka daxuyaniya vê wêzgeha qiraxavî, gemiyên ku temenê wan zêdetir ji 31 sal be an navê xwe yê tomarkirî guherîbin an derfetnameyên sexte bi kar anîbin, hatina wan bo vê wêzgeha qiraxavî qedexe ye û herwisa biryarek hatiye dan gemiyên ku poenên wan kêmtir ji 55 be mafê hatin bo vê wêzgehê nîne.

Nefta Îranê bi rêya neyasayî û gemiyên sîberê têne veguhastin û wan cure gemiyên kevin û jikarkevtî, standarada hewce bo vê biryara nû nînin û ev yeka bi vê wateyê ye ku nefta Îranê dê hêj zêdetir li avên Çînê de bê kiryar bimîne.

Wêzgeha deryayî ya Çîng Dao, zêdetir ji 1 li ser 6 a nefta hawidekirî ya Çînê birêbeberî dike û biryara nû, derbeke giran bi hinardekirina nefta Îranê bo Çînê ye ku gelek kêmtir ji nîveya nirxa xwe bi Çînê dihate firotîn.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin