Çîn: Em dixwazin pêwendiyên xwe yên bi Îraqê re berfirehtir bikin

.

Wezareta Karên Derve ya Çînê Serokwezîrê nû yê Îraqê Elî Zeydî pîroz kir û bal kişand ser kûrkirina pêwendiyên dualî yên Pekîn û Bexdayê.

Wezareta Karên Derve ya Çînê ji Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Pekînê Mehdî Ferec re ragihand:

"Çîn Birêz Elî Zeydî pîroz dike ku wekî Serokwezîrê nû yê Îraqê hatiye destnîşankirin.

Çînê her tim girîngiyeke mezin daye bipêşxistina pêwendiyên xwe yên li gel Îraqê."

Armancên qonaxa nû

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Çînê, çavê Pekînê li wê yekê ye ku di qonaxa bê de li ser çend xalên sereke bixebite.

Di nav wan de "kûrkirina dostaniya dîrokî, xurtkirina baweriya siyasî û firehkirina hevkariyên di warên enerjî, bazirganî û binesaziyê de" hene.

Her wiha Wezareta Karên Derve ya Çînê destnîşan kir ku ew dixwazin li gel hikûmeta nû ya Îraqê ji bo "xurtkirina dan û standina çandî û bipêşxistina berdewam a pêwendiyê Çîn û Îraqê" bixebitin.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir