Cilên Kurdan û strana Kurdî xalîçeya sor a Venedîkê xemiland

.

Şeva 7ê Îlonê li bajarê Venedîkê yê Îtalyayê şeveke taybet bû.

Xalîçeya sor a Festîvala Fîlman a Venedîkê cara yekemîn bi merasîmeke taybet ji bo fîlmekî Kurdî hat raxistin.

Fîlmê "Eger Jinek Te Bikuje Tu Naçî Bihuştê" ku Helkewt Mistefa derhêneriya wî kiriye, li Festîvala Fîlman a Venedîkê hat nîşandan.

Helkewt Mistefa ji Rûdawê re axivî û got, "Bi dîtina min ev fîlm dê bibe yek ji 10 berhemên herî bibandor ên cîhanê ku îsal belav dibin. Bi rastî hemû dinya li benda dîtina vê fîlm e."

Dengê Kîjan Îbrahîm Xeyatê di dema derketina tîma fîlm a li ser xalîçeya sor de ji hemû hoparloyên li qada festîvalê bilind bû ku ji muzîka fîlm hatibû wergirtin.

Cilên Kurdan û porên hûnandî yên keçên Kurd jî li ser xalîçeya sor a Venedîkê dibiriqîn.

Fîlmê Helkewt Mistefa ji bo Xelata Oscarê namzedê Îraqê ye.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand