Cîgirê Serokomarê Îranê: Îran nikare dilopeke petrolê jî bifiroşe

Cîgirê Serokomarê Îranê, Mihemed Baqir Nobext ragihand, dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê vê carê gelek dijwar in û Amerîka rê nade Îran yek dilopa neftê jî bifroşe.

Cîgirê Serokkomar û Serokê Rêxistina Bename û Budceya Îranê, Mihemed Baqir Nowbext ragihand, berê tundtirên dorpêç ew bûn ku petrol li hember xurak û dermanan bihê guhertin, lê niha ji bo xurak û dermanan jî Amerîka rê nade ku petrola Îran bihê firotin.

Nowbext got, heta eger petrol jî bihê firotin, rêya veguhestina pare nîne.

Navenda Amara Îranê jî ragihand, di nav sala derbasbûyî de, qebareya aboriya Îranê bi rêjeya %3.5 biçûk bûye û derxistina petrol û gazê jî di wê heyamê de %14.3 kêm bûye.

Beriya ku Amerîka dorpêçên ser Îranê vegerîne, Îranê rojane zêdetirî 2 milyon û 500 hezar bermîl petrol hinardeyî derve dikir.

Li aliyekê din, Amerîkayê dorpêç xiste ser 3 kes û 11 kompaniyan bi sedema binpêkirina dorpêçên li ser kerta petrokîmyayî ya Îranê.

Ew kompaniyên hatine cezakirin, li Îran, Îmarat û Çînê ne.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?
Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin
PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû