Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê: Amerîka ji Iraqê dernakeve

Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê, şêx Ceifer şêx Mistefa ragihand, hêzên Amerîka ji Iraqê venakişin.

Navenda Nûçeyan- Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê, şêx Ceifer şêx Mistefa ji BasNewsê re got, rewşa ku niha li Iraqê heye, gelekî aloz û metirsîdar e. Ji ber wê jî divê em yekdeng û yek helwest bin.

Şêx Ceifer şêx Mistefa kêfxoşîya xwe jî nîşan da ku niha yekdengîyek di navbera  hêzên sîyasî û gelê Kurdistanê de çêbûye û got, ez hêvîdar im pêngavên baştir di vî warî de bên avêtin.

Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê behsa deverên Kurdistanî yên li derveyî Kurdistanê jî kir û got, valahîya ewlehîyê roj bi roj li wan deveran zêdetir dibe, ev jî metirsîdar e.

Wî berpirsê Herêma Kurdistanê behsa metirsîyên DAIŞê jî kir û got, hêzên hevpeyman piştî kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Mihendis tevahîya xebatên xwe yên li dijî DAIŞê dan sekinandin. Helbet DAIŞ vê yekê firsend dibîne da ku xwe aktîf bike û dest bi êrişan bike. Ji ber wê jî divê hêzên Pêşmerge amade û hişyar bin. Bi taybet li wan deverên ku ne di bin destê Herêma Kurdistanê de ne.

Li ser vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê jî cîgirê serokê Herêma Kurdistanê got, hêzên Amerîka ji Iraqê venakişin, ew tiştên ku tên behsakirin jî tenê gotegot in. Pêwendîyên me bi hêzên hevpeyman û Amerîka re didomin. Lê wan li Herêma Kurdistanê jî xebatên xwe dane sekinandin. Helbet ev demkî ye.

 Basnews

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike