Cîgirê Mîrê Êzdiyan: Mesrûr Barzanî diyariya herî xweşik da Êzdiyan

.

Cîgirê Mîrê Êzidiyan diyar kir; avakirin û vekirina rêya Şêxan-Laliş dê xizmeta xelkê herêmê, bi taybetî jî gelê Êzdî bike, ku piraniya nifûsê ya wê deverê ne. herwaha got ku ev rêya dualî diyariya herî xweşik bû ku serokwezîr da Êzdiyan.

Îro 20.09.2025ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rêya Şêxan-Laliş a ser bi parêzgeha Duhokê vekir.

Vê derbarê de Cîgirê Mîrê Êzidiyan Mîr Cewher Elî Beg, ji BasNewsê re ragehand: "Îro, serokwezîr rêya Şêxan-Laliş vekir, dilê Êzidiyan xweşkir û ev diyariya herî xweşik bû ku wî da Êzdiyan. Vekirina vê rêyê ji bo me Êzidiyan gelek giring e. Ji ber ku roja Cejna Cemayê ji 6ê Cotmehê heta 13ê Cotmehê tê lidarxistin. Nêzîkî 300 heta 400 hezar Êzdî serdana cihên pîroz dikin. Ew heft rojan dom dike, ji bo wê jî ev dê kar asan bike ji bo ziyaretkaran û asankariye ji bo xelkê me yê Êzidî."

Herwaha got: "Spasiya taybet ji serokwezîr re, wan proje du meh berî dema diyarkirî temam kir. Îro em hemû li wir bûn, di merasîmê de me spasiya Birêz Mesrûr Barzani kir, ev xemxwar bûna serokwezîr e ji bo herêmê û wêneyê Serokwezîr, mîrê êzîdî, Baba Şêx û parêzgarê Duhokê di otomobîlê de gelek bi wate ye û vekirina rê pir watedar e, nemaze di pêkvejiyan û giringî û baldariya li ser êzîdiyan de."

Kurdistan Haberleri

Kaja Kallas: Planên leşkerî yên ji bo 'dîwarê dronan' ê YE ji NATOyê tên
6 zîndaniyên 30 sale di zîndanê de bûn, serbest hatin berdan
Çareseriya çar-dewletî ji bo Kurdan
Bidarvekirina girtiyan li Îranê de berdewam e
‘Aştî bi Hevnasînê Pêkan e’ - Ji Almanyayê ber bi bakurê welêt ve