CHP: Xwenîşandanên li kolanan ne rast e

Serokê CHPê rexne li danîna qeyûman a li ser şardariyên bajarên mezin ên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê yên HDPê girt û da zanîn, hikûmeta Tirkiyê bêrêzî li hember vîna xelk kiriye.

Serokê CHPê rexne li danîna qeyûman a li ser şardariyên bajarên mezin ên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê yên HDPê girt û da zanîn, hikûmeta Tirkiyê bêrêzî li hember vîna xelk kiriye.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got: Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka HDPê ye û hikûmeta Tirkiyê viyana xelkê nas nekiriye û demokrasî nemaye.

Kiliçdaroglu bi vê daxûyaniya xwe re amaje dike, ew dernakevin kolanan xwenîşandan nakin. Xwenîşandanên li kolanan ne rast e.

Bi biryara Wezareta Karên Navxweyî yê Tirkiyê di 19ê Tebaxê da bi hinceta bangeşeya bo terorê, hevşaredarên HDPê yên Bajarê Mezin ê Diyarbekirê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê û Hevşaredara Bajarê Mezin ê Wanê ji kar hatin dûrxistin û li dewsa wan Walîyên van bajaran wek "qeyûm" hatin destnîşankirin.

Wek nerazîbûnekê li ser vê biryarê, HDPê bangewaziyek kiribû, duhî li pêş avahiya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê bi tevlîbûna Hevserokê HDPê Sezaî Temellî û parlemanterên HDPê daxuyaniyekê bidin, lê di navbera hêzên ewlekariyê û alîgirên HDPê de alozî derket û hêzên ewlekariyê ava şîd bo belavkirina alîgirên HDPê bikar anî.

Li Tirkîyeyê partîya desthilatdar Ak Partî û hevparên wî yên Tifaqa Cumhûrê MHP û BBP û her wiha DSP û Partîya Vatanê piştgirî dan destdanîna ser 3 şaredarîyên bakurê Kurdistanê, lê belê ji derveyî HDP, Partîyên Kurdistanî û CHPê û partî û tevgerên demokrat û çepgir yên wek ODP, EMEP, TÎB, ESP û partîyên Saadet, Huda-Parê jî li dijî qeyûman derketin.

Siyaset Haberleri

Daxuyaniya bi hilkefta pêkhatina Pêncemîn Plînoma Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat
Şandeyeke Kongreya Amerîkayê bi Ehmed Şer re civiya
Keleha Hewlêrê dê bi muzîka Rojavayê Kurdistanê olan bide: ‘Yekpar’ û ‘Şahmaran’
Şoreşa teknolojiyê: Robot êdî dikarin bibin dayîk
Ji Serê Kaniyê heta Derayê heman kes, heman tehdîd: Çekdar kincên xwe diguherin