Cezayê Demîrtaş diyar bû

.

Dadgehê bi hinceta 47 tawanên cuda bi giştî 42 sal cezayê zîndanê da hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.

Di Doza Kobaniyê de biryarên li ser siyasetmedarên Kurd hatin eşkerekirin.

Li Dadgeha Sîncanê ya Enqereyê rûniştina Doza Kobaniyê berdewam dike ku yek ji dozên herî girîng ên siyaseta Bakurê Kurdistanê ye.

Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag zêdeyî 7 salan e ku ji ber Doza Kobaniyê hatine girtin.

Ji ber dozê bi giştî 108 siyasetmedar û endamên HDPyê tên darizandin û 18 ji wan girtî ne.

Bi îdiaya “Alîkariya ji bo xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 20 sal cezayê zîndanê li Selahattîn Demîrtaş hat birîn.

Bi îdiaya “Ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” jî 4 sal û 6 meh cezayê zîndanê hat birîn.

Her wiha ji ber axaftina Newroza 21ê Adara 2016an 2 sal û 6 meh cezayê zindanê.

Ji ber axaftina xwe ya 29ê Sibata 2016an ya li Amedê salek û 6 meh cezayê zîndanê hat dayîn.

Bi giştî 42 sal cezayê zîndanê li Selahattîn Demîrtaş hat birîn.

Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.

Siyaset Haberleri

Ji Serok Barzanî peyama 80emîn salvegera PDKê: Erkê sereke yê PDKê xizmeta gelê Kurdistanê ye
Axios: Amerîkayê bi rêya Nêçîrvan Barzanî bi Supaya Pasdaran re gotûbêj kiriye
CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê
Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin