Çewlîg - Giravên Gerok geştyaran ber bi xwe ve dikişînin

.

Giravên Gerok ên li navçeya Bongilanê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê bala geştyaran dikişînin.

Bi hatina biharê pêla geştyaran ber bi xweza û cihên geştyarî yên Bakurê Kurdistanê ve dest pê kiriye.

Yek ji navendên girîng ku ji serê salê ve 8 hezar û 500 geştyar çûne serdana wê derê Giravên Gerok (Gola Quling) ên li gundê Baxikê yê Bongilanê ye.

“Bedewiyeke nuwaze ya Çewlîgê ye”

Geştyar Mehmet Hanîfî Başim hot, “Bi rastî ji geşta rojhilatê rêgeheke xweş e.

Bedewiyeke nuwaze ya Çewlîgê ye û wekî herêma Deryaya Reş e.

Ji bo kesên ku dixwazin dawiya hefteyê bigerin û planekê bikin cihekî xweş e.”

Bajarên Bakurê Kurdistanê her yek xwedî xwezayeke nuwaze û bêhempa ye.

Sûlava Girlewikê jî ku di navbera parêzgehên Erzingan û Dêrsimê de ye bi helîna berfa li çiyayan şên bûye.

“Navendeke cazîbeyê ye”

Geştyar Gurkan Gurer wiha anî ziman, “Ji ber ku bi temamî xwezayî ye, hem ji bajarên cuda yên welêt hem jî ji derveyî welat mirov berê xwe didin vê derê. Navendeke cazîbeyê ye.”

Bakurê Kurdistanê xwedî erdnîgariyeke berfireh û xwezayeke nuwaze ye.

Bi taybetî parêzgehên Wan, Dêrsîm, Çewlîg, Bêdlîs bi xwezaya xwe ya dewlemend bala geştyaran dikişînin.

Geştyar herî zêde di demsalên biharê de berê xwe didin van bajaran.

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin