CENTCOMê ragihand ku wan li Îranê xistiye

.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan dawiya hefteyê li Îranê hinek êriş pêk anîne.

CENTCOMê li ser hesabê xwe yê Xê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan li Girava Qeşmê û herêma Gorukê ya Îranê navendên radar û kontrolkirina dronan hedef girtine.

Bersiva ji bo xistina drona Amerîkayê

CENTCOMê destnîşan kir ku ev êriş piştî wê yekê hatine kirin ku Îranê droneke Amerîkayê ya cureyê MQ-1 "di dema li ser avên navneteweyî de difiriya" xistiye xwarê.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Balafirên şer ên Amerîkayê bi lez bersiv da. Wan parastina asmanî ya Îranê, stasyoneke kontrolê ya li ser erdê û 2 dronên ku ji bo keştiyên di avên herêmî re derbas dibûn metirsî bûn pûç kirin."

"Ti leşker nemirine"

Her wiha hat eşkerekirin ku di van êrişên li ser Îranê de ti leşkerên Amerîkayê nemirine.

CENTCOMê ragihand ku wan bi van êrişan metirsiyên li ser keştiyên bazirganiyê kêm kirine.

Kurdistan Haberleri

Rêjîma Îranê girûpên milîs ji Îraqêv e, birine nava Îranê
Parlamentoya Sûriyeyê bêyî nûnerên Kurd civiya
Asayîş: Bi 6 dronan êrişî Koye û Şarbajêrê kirin
Li ser sînorê Îraq û Sûriyeyê dest danîn ser gelek çekan
Mesrûr Barzanî li ser pirsgirêka benzîn, elektrîk, meaş û avakirina hikûmetê daxuyanî da