CENTCOMê dorpêça deryayî li ser hemû benderên Îranê sepand

.

 Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, ji îro Duşemê ve, dorpêça deryayî li ser hemû keştiyên ku diçin benderên Îranê Yan jî jê derdikevin, bi fermî ketiye warê cîbicîkirinê.

Piştî şikestina danûstandinên dîplomatîk ên li Pakistanê, Amerîkayê gava xwe ya leşkerî ya yekem avêt. CENTCOMê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ji îro 13ê Nîsanê, saet 17:00an ve, hêzên wan dest bi cîbicîkirina dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê kirine.

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, ev dorpêç dê bi awayekî bêalî li ser hemû keştiyên her welatekî cîhanê were sepandin ku bixwazin herin benderên Îranê yan jî jê derkevin. Ev biryar hem sînorên Kendavê û hem jî Kendavê Omanê li xwe digire.

CENTCOMê tekez kir, ev dorpêç tenê benderên Îranê dike armanc û hêzên Amerîkayê rê li ber azadiya keştiyên ku ber bi benderên welatên din ên navçeyê ve diçin an jî jê tê derbas dibin, nagirin. Bi vî awayî, Amerîka peyamê dide ku ev rêya enerjiyê ya navdewletî ji bo welatên din ên navçeyê parastî ye û tenê bazirganiya deryayî ya Îranê hatiye sînordarkirin.

Hêzên Deryayî yên Amerîkayê daxwaz ji hemû keştiyên bazirganî yên li navçeyê kir ku bi hûrî çavdêriya daxuyaniyan bikin. Hat ragihandin ku divê keştî di dema çûnûhatina li Kendavê Omanê û Tengava Hurmizê de, bi rêya kanala pêwendiyê ya "Channel 16" bi Hêzên Deryayî yên Amerîkayê re di pêwendiyê de bin.

Ev pêngava leşkerî ya Amerîkayê piştî gefên Donald Trump hat ku diyar kiribû, ji ber redkirina mercên Washingtonê li lûtkeya Îslamabadê, ew ê dorpêçeke tund li ser Îranê ferz bikin. Ev geşedan metirsiya rûbirûbûna rasterast a leşkerî li avên navçeyê zêdetir dike.

Kurdistan Haberleri

Şêwirmendê Pizîşkiyan: Pakistan ji bo navbeynkariya Tehran û Washingtonê ‘biçûk’ bû
Li Kormorê hilberîna gazê dest pê dike
Cejna Paskalyayê li Mêrdînê bi peyamên pêkvejiyanê hat pîrozkirin
MACARISTAN - Orban piştî 16 salan desthilata xwe ji dest da
Yekemîn Festîvala Fîlman a Kurdî li Birminghamê tê lidarxistin