CENTCOM piştgiriya Amerîkayê bo ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê diyar kir

.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) amaje da girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê wekî hevpeyman û hevpara Amerîkayê li deverê, herwesa piştgiriya welatê xwe ji bo ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê jî diyar kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 2ê Îlona 2025ê) pêşwazî li Fermandarê nû yê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Admiral Brad Cooper kir.

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragihandinekê de amaje da ku, di wê civînê de, tevî tekezkirina girîngiya berdewamiya piştevanîkirina hêzên Pêşmergeyan, pêşketinên dawiyê yên rewşa ewlehiyê ya Iraq û deverê jî hatin nîqaşkirin.

Her di wê ragihandinê de hatiye ku, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destpêkirina karî li Admiral Cooper pîroz kir û daxwaza serkeftinê di erkê wî de jê re kir, û spasî û rêzên Herêma Kurdistanê ji bo alîkarî û piştgiriyên Amerîkayê jî tekez kirin.


Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa destpêkirina karî li Fermandarê nû yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê General Kevin Lambert jî pîroz kir, ku ew jî di wê civînê de amade bû.

Fermandarê nû yê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê jî ji aliyê xwe ve amaje da girîngiya Herêma Kurdistanê wekî hevpeyman û hevpara Amerîkayê li deverê û piştgiriya welatê xwe ji bo ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê jî diyar kir.

Rûbirûbûna gef û xeteriyên terorîstên DAIŞê û dawî pêşhat û guhertinên rewşa Sûriyeyê jî di wê civînê de hatin nîqaşkirin.

K24 

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên